Artêşa Tirk gundê El-Hoşeriyê yê Minbicê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El-Hoşeriyê yê Minbicê topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên bi navê “Mertala-Firat” ên girêdayî dewleta Tirk gundê El-Hoşeriyê topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê duh jî ragihandibû ku şeva dûşemê artêşa Tirk gundên bajarê Minbicê topbaran kiribûn.

Li gorî agahiyan dagirkeran ji baregeha xwe yê li gundê Qîratê yê bakurê Minbicê, gundê Hoşeriyê topbaran kiribûn.

Back to top button