Netenyahu wê normalkirina têkliyên bi dewletên din yên Ereb re ragihîne

Serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu amadekariyên ragihandina normalîzekirina têkiliyên bi dewleteke erebî re dike.

Kanaleke Îsraîlê eşkere kir ku Netanyahu bi telefonê bi serokên cîhana erebî re axivî.

Kanalê ragihand ku Netanyahu agahî daye dost û taximên xwe yên nivîsgehê ku xwe ji ragihandina peymanên aştiyê yên nû yên bi dewleteke erebî re amade bikin û wê bi girîng wesif kir.

Kanalê da xuyakirin ku wan agahî ji çavkaniyên Nivîsgeha Serokê Hikumeta Îsraîlê Netanyahu wergirtine.

Beriya niha jî Îsraîlê bi navbeynkariya DYA bi, Bahreyn, Îmarat û Qeterê re peymana normalkirinê îmzakiribûn.

Back to top button