Ji bo wekheviya jin û mêr wê forûme were lidarxistin

Forûma Wekheviyê ya NY ku par ji ber vîrûsa Corona taloq bû, ji bo wekheviya jin û mêr a di gelek mijaran de, wê li hev bicive.
Rêvebera Bicihanînê ya UN Women û Fransa ya ku malovaniya wê bike, diyar kirin ku ew ji forûmê bi hêvî ne.

‘Forûma Wekheviyê ya Nifşan’ ku ji aliyê Yekîneya Jinê ya NY (UN Women) ve tê lidarxistin, wê îsal di navbera 30’ê Hezîranê û 2’ê Tîrmehê de li paytexta Fransa Parîsê pêk were.

Rêvebera Bicihanînê ya UN Women Phîmzîle Mlambo-Ngcûka û malovan Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron bi wesîleya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ji forûmê bi hêvî ne.

Di daxuyaniya hevpar de hate destnîşankirin ku ji bo ‘armancên şênber û domdar’ divê forum bibe wesîle û hate ragihandin ku di mijara wekheviya jin û mêr de pêwîste pêşketinên girîng bi dest bixe.

Hate bibîrxistin ku vîrûsê newekhevî jî zêde kiriye û bi taybetî di têkoşîna dijî şewbê de jinan cihê xwe li refên herî pêş girtine.

Forûma ku wê ji aliyê UN Women ve bê lidarxistin, wê îsal di salvegera 25’an a Bernameya Çalakiyê ya Pekînê de pêk bihata.

Lê belê forûma ku wê li Parîsê were lidarxistin, ji ber Covîd-19 taloq bûbû.

Di forûmê de, mijarên mafê wekhev ê perwerdeyê ji bo zarokên keç, têkoşîna li dijî tundiya li jinê, zêdekirina derfetên aborî û civakî û cihgirtina jinan li nava mekanîzmayên biryardanê de, wê bi giranî bên nirxandin.

Back to top button