Dr. Haşim Zêbarî: Serdana El-Herîrî ji bo Hewlêrê planeke Erdogan e

Nerazîbûnên li dijî pêşwazîkirina serçete El Herîrî ji aliyê Barzaniyan ve zêde dibe.
Mamosteyê Zanîngeha Duhokê Dr. Haşim Zêbarî diyar kir ku ev çeteyên ku PDK’ê ew pêşwazî kirin destê wan di kuştina bi sedan Kurdan de heye û got, “Ew çeteyên DAIŞ ‘ê û çeteyên Erdogan in.”

Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Dr. Haşim Zêbarî ji Ajansa Nûçeyên Firatê ANF re derdarê serdana El-Herîrî ya ji bo Hewlêrê axivî.

Dr. Haşim Zêbarî nerazîbûna xwe der barê serdana Nasir El Harîrî û heyeta pê re ji bo Hewlêrê nîşan da û wiha got:

“Ev heyeta ku li ser navê mûxalefetê hatiye, dixwaze plana xwe li herêmê pêk bîne.

Jixwe ev mûxalefet û komên çete yên ku DAIŞ jî di nav wan de ne, çeteyên Erdogan in.

Li Efrîn, Îdlîb, Girê Spî û Serêkaniyê siyaseteke qirêj dimeşînin.”

Zebarî: Çeteyên ku Barzanî ew pêşwazî kir kujerên Kurdan e

Zêbarî diyar kir ku ev heyeta ku her kes dizane ku destê wan di kuştina kurdan heye, li Hewlêrê bi PDK’ê re civiya, ev yek jî di nav Kurdan de dibe sedema gumanê ye.

Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Dr. Haşim Zêbarî da xuyakirin ku di demekê de ku hevdîtinên di navbera PDK û YNK ji bo pêşxistina têkiliyên Rojava û Başûr pêk tên û li Rojava jî di navbera PYNK Û ENKS de ji bo yekîtiyê gav tên avêtin, ev serdana El-Herîrî di vê demê de weke pîlan û lîstikeke Erdogan tê dîtin.

Dr. Haşim Zêbarî destnîşan kir ku divê êdî her kes bizanibe ku Erdogan hewldaneke nêzîkbûna hêzên Kurdan qebûl nake.

Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Dr. Haşim Zêbarî qala hevkariya heyetê bi serokê rêjîma Tirk Erdogan re kir û got:

“Jixwe êdî plana xwe ya li herêmê venaşêrin.

Plana wan ku Şengalê dagir bikin, ji Şengalê heta Mûsûl û Kerkûkê li ser navê ‘Ewlehiyê’ bikin herêmek.

Nabe ku PDK bi vê planê nizanibe, ji ber gelek caran bi wan li hev civiyane.”

Back to top button