Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama operasyonên meha Sibatê eşkere kir

Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê encamên operasyonên xwe yên meha Sibatê eşkere kir.
Asayîşa diyar kir ku Hêzên wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên veşartî 14 operasyonên serdegirtinê pêk anîn.

Asayîşa a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li Akademiya Ş.Mihyedîn a li bajarokê Rimêlanê bi daxuyaniyekê di civîneke çapemeniyê de encamên operasyonên xwe yên meha Sibata îsal eşkere kir.

Di civînê de bilançoya xebatên hêzên Asayîşê ku di meha Sibata derbasbûyî pêk hatin eşkere kir.

Asayîşê di daxuyaniyê de got :”Hêzên me di heyva Sibatê karên xwe li himber şaneyên veşartî û kesên ku ewlahiyê herêmê têk dibin berdewam kirin, û li gorî wê:

Ji akademiyên me 984 endamên jin û xort perwerdeya xwe bi dawî kirin.

10 endamên hêza me gihan asta şehadetê û 6 endam birîndar bûn.

Hêzên me 12 mayîn bê bandor kirin, her wiha Li herêmê 24 teqîn pêk hatin, di encama wan de 14 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Hêzên me li dijî şaneyên veşartî, bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî 14 operasyonên serdegirtinê pêk anîn.

Her wiha di berdewama hemleya “Jiyan berpirsyartî ye” ya ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir, û tê de 151 kesên bi 111 dosyayên bazirganî, propagande û vexwarina heşîşê hatine tawanbarkirin, hatin girtin.

Hêzên me 9 hewldanên qaçaxkirin û bazirganiya şûnwaran têk birin.

77 paketên heşîşê, 150 gram ji madeya hişbir ya kirîstal, 45 gram hêroyîn, 171 hezar paketên kaptîgon ya hişbir, 16 çekên kilaşînkov, 13 damançe, tevî hemû cebilxaneyên wan, hatin desteserkirin.

18 sûcên kuştinê, 11 hewldanên kuştinê, 13 sûcên sextekirina pereyan û 27 sûcên sextekirina belgeyan, hatin tesbîtkirin.

108 dosyayên diziyê jî hatin tesbîtkirin û sûcdar hemû hatin girtin.

Di heman demê de 19 kesên ku nasnameyên sexte bi kar dianîn, 12 kesên fêlbazî kirine û 45 kesên ku bêexlaqî kirine, hatin girtin.

Her wiha di derbarê tîmên rewşên awarte û ambûlansan Asayîşê wiha eşkere kir:

463 rewş hatin pêşwazîkirin, ji wan 165 rewşên sivik bûn û 298 rewşên giran bûn. Her wiha destwerdan li 4 rewşên qezayên rê û 6 rewşên şewatê, hate kirin.

Di vê mehê de 97 çekên neruxstekirî hatin girtin û radestî aliyên têkildar hatin kirin.

Di meha Sibatê de 99 jin hatin binçavkirin û 42 jin hatin berdan.

Di dawiyê de Asayîşa tekez kir ku ji bo parastina ewlehiya civakê û parastina destkeftiyên şoreşê wê ji hemûû aliyên ku hewl didin fitneyê li herêmên me derxin, biparêzin.”

Back to top button