128 ROJ JI BERXWEDANÊ ÇALAKIYA GREVÊ YA LEYLA GUVEN BI ISRAR DEWAM DIKE

Hevseroka KCD Leyla Guven a bûye sembola çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, ev 128 roj in di çalakiyê de ye.
Li girtîgehên Tirkiyê jî bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çalakiyan de ne.
Hemû çalakgr jî di dewama çalakiyên xwe de bi israr in.

128 roj in li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan, hevseroka KCD’ê Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye.

Guven tevî hemû zehmetî astengiyan jî, dibêje heta ku daxwaz û armanca çalakiya wê pêk neyên , ew ê çalakiya xwe heta bidomîne.

Li gel çalakiya Leyla Guven , çalakiya girtiyên zindanan ên di grevê de bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya koma girtiyên despêkê ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kirî 90 roj in didome.

Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Çalakiya wan îro di roja 15’emîn de ye.

ÇELÎK: NÊZÎ 7 HEZAR GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Endamê Komîsyona Girtîgehan parêzer Çelîk diyar kir ku, hejmara girtiyên ketine greva birçîbûnê gihîştiye 7 hezar kesî.

Çelîk bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û got,

“Helwesteke têrker a mûxalîf nîne; çalakî divê bi lezgînî bikevin rojevê.”

GIRTIYÊN DI GREVÊ DE: TEQEZ EM Ê SERKEFTINÊ QEZENC BIKIN

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî ku li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di grev birçîbûnê de ne, peyam şandin.

Girtiyan di peyma xwe de gotin:

“Ev berxwedan, bi navê Kemalan, Mazlûman û Egîdan îro di me de şênber bûye.”

Sedat Akin jî piştî ku hat berdan , li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 68’an de ye.

Gurbet Ektîren jî di roja 60’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe dewam dike.

HDP’YÎ Û DAYIKÊN AŞTIYÊ ÇÛN SERDANA EKTÎREN

Parlamenter, rêveberên HDP’ê û Dayikên Aştiyê, serdana Gurbet Ektîren a ku ev 60 rojin di grevê de ye kirin.

Dayikên Aştiyê û HDP’iyan piştevaniya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê anîn ziman.

‘JI BO AZADIYÊ DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE’

Li aliyê din jî ji çalakgerên di grevê de peyamên dewamkirina çalakiyê derdikevin.

Hamîde Yuksel ku 21 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got:

“Ji bo azadiyê divê ev tecrîd bi dawî bibe.”

‘ROJ BI ROJ FAŞÎZM E, LÊ WÊ WERE HILWEŞANDIN’

Salîh Tekîn ê li Amedê jî dest bi greva birçîbûnê kir û hat girtin got:

“Tirkiye roj bi roj ber bi faşîzmê ve diçe.

Min ji bo rêyên siyasî vebibin dest bi greva birçîbûnê kir.”

SEDAT AKIN: EM JI BO SERKEFTINÊ KETIN VÊ RÊYÊ

Sedat Akin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Erzinganê jî li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de bû, piştî hat berdan niha çalakiya xwe li malê didomîne.

Leave a Reply

Back to top button