Navenda Til Rifetê û 2 gundên Şehbayê hatin topbarankirin

Ji bilî hemû sûcên dermirovî li herêmên dagirkirî.. Berê tinfing û topên xwe didin deverên din ên ewle. Duh jî weke her roj Artêşa dagirker Til Rifet û 3 gundên Şehbayê kirin armanc.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên xwe, derengiya şevê din, bi topan navenda navçeya Til Rifetê, gundên Bêlûniyê, Şêx Îsa û Eyn Deqhê yên herêma Şehbayê topbaran kirin.

Gundê El-Hoşeriyê yê Minbicê hat armanckirin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku ev du roj in, artêşa dewleta Tirk a dagiker û hovên xwe gundê El-Hoşeriyê yê Minbicê dikin armanc.

Li gorî Navendê, dagirkeran ji baregeha xwe yê li gundê Qîratê yê bakurê Minbicê, vê gundî topbaran dikin.

Back to top button