Çiyakurd: Sedema rûdana bûyerên kuştinê xwezindîkirina DAIŞ’ê ye

Cîgirê Hevserokatiya Mecilsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran ÇiyaKurd diyar kir ku sedema rûdana bûyerên kuştinê yên li Kampa Holê ew ku DAIŞ’ê xwe ji nû ve rêxistin dike.Bedran Çiyakurd destnîşan kir eger dosyaya van malbatan çareser nebe dê nifşeke nû terorîstî were avakirin. 

Bedran Çiyakurd diyar kir sedema rûdana bûyerên kuştinê yên li Kampa Holê, li xwe-nû-zindîkirina DAIŞ’ê vedigere.

Ji ber hebûna bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê li wê derê, ev kamp bûye cihê herî metirsîdar li cîhanê.

Jixwe roj li pey rojê bûyerên kuştinê tên tomarkirin û ji destpêka vê salê û heta Sibatê, zêdeyî 25 koçber û penaber bûbûn qurban.

Bedran Çiyakurd, Cîgirê Hevserokatiya Mecilsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê xeteriya Kampê û tiştên ku lê diqewimin, ji televîzyona me Ronahî re axivî.

Çiyakurd destnîşan kir ku piştî dagirkirina Serê Kanî û Girê Spî, Tirkiyê hêviyên DAIŞ’ê nû kirin ku careke din dikarin terora xwe vegerînin holê.

Çiyakurd teqez kir ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên di Kampê de jî ku tiliyên wan di bûyerên kuştina penaber û koçberan de heye, divê werin dadgehkirin.

Cîgirê Hevserokatiya Mecilsa Rêveber a Rêveberiya Xweser dibîne ku eger dosyaya çeteyên DAIŞ’ê çareser nebe, wê nifşeke nû yê terorîst were avakirin.

Çiyakurd: Qutkirina Avê êrîşeke terorîst e

Derbarê kêmkirina dewleta Tirk a rêjeya ava Çemê Firatê jî, Bedaran Çiyakurd teqez kir ku divê zext lê were kirin da ku şerê mijarên mirovahî neke û ev yek weke êrîşeke terorîst bi nav kir.

Back to top button