Îmarata Erebî qanûna Qeyser rexne kir

Wezîrê Derve yê Îmaratê, cezayên Amerîkî li dijî hikumeta Şamê rexne kirin û diyar kir ku ev ceza, hewldanên vegerandina Sûriyê bo Komkara welatên Erebî, asteng dikin.
YE jî teqez dike, ku heta veguhestineke siyasî li Sûriyê pêk neyê, ew cezayan ji ser wê ranakin.

Wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdella Bin Zayid, qanûna Qeyser a Cezayên Amerîkî li dijî hikumeta Şamê rexne kir.

Bin Zayid di civîneke çapemeniyê de, digel hempîşeyê xwe yê Rûs Sergi Lavrov ku serdana Ebû Dabi dike, diyar kir, ku qanûna Qeyser rê li ber vegera Sûriye bo Komkara Erebî digire.

Wezîrê Îmaratî teqezî li ser hevkarî û karê herêmî, ji bo vegerandina têkiliyan bo Sûriyê kir û got:

“Ev yek ne girêdayî kî dixwaze û kî naxwaze ye, ev yek girêdayî berjewendiya giştî ya Sûriye û herêmê ye.”

Beriya niha Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî di civîna hempîşeyên xwe yên welatên Ereb de destnîşan kiribû, ku vegera Sûriyê bo Komkara Erebî, ji bo parastina ewlekariya Erebî pir girîng e, lê divê hikumet ji bo gihîtina çareseriyeke siyasî, alîkar be.

Ev serê 10 salan e, hikumeta Şamê bi heman rêbazê berê tev digere û ti tişt ji bo welat û gel bi ser tiştekî nexistiye, ji lew re, cezayên bi navê Qeyser ji aliyê DYA ve lê hatine sepandin.

YE: Eger pêvajoya veguhestina siyasî dest pê neke, em cezayan ranakin

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê YE José Borrell jî teqez kir, ku eger pêvajoyeke veguhestina siyasî li Sûriyê dest pê neke, YE cezayan ji ser Sûriyê ranake.

Borrell amadebûna YE a ji bo çareseriya aloziyê anî ziman, lê ev yek bi mercekî ve girêda, ku “divê destpêkê lêpirsîn li gorî mekanîzmeya navdewletî, derbarê wendabûyan de were kirin.”

José Borrell, serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed bi astengkirina hemû hewldanên danûstandinan tawanbar kir û teqez kir ku divê ew zexta xwe li ser Şamê dewam bikin.

Her wiha Wezîrê Ewropî bi bîr xist ku heta veguhestina siyasî neçe serî, ev zext û ceza ranabin û civîna Brokselê ya 25 Adarê wê li ser vê bingehê bê lidarxistin.

Back to top button