QSD: DI 24 SEATAN DE 19 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li Baxozê şer di navbera Hêzên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî dewam dike.
QSD’ê ragihand ku di encama şerê îro de 19 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Navenda Ragihandina QSD’ê têkildarî encama şerê 24 saetên dawî daxuyaniyek da û wiha got;

Di encama şerên giran di navbera hêzên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de gelek çete hatin kuştin û birîdar bûn.

Balafirên Koalsîyonê jî, êrîşên hewayî bi ser çeteyan de pêk anîn.

Di encamê de 19 çete hatin kuştin û hejmarek ji çeteyan jî birîndar bûn.

Koalîsyonê 13 êrîşên hewayî pêk anîn.

2 erebyên leşkerî hatin teqandin.

Her wiha hejmarek ji navendên leşkerî hatin rûxandin.

Navendê doh jî ragihandibû di encama şerê 13-14’ê Adarê de 112 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn kuştin.

Leave a Reply

Back to top button