NY biryara Swîsrayê ya derbarê qedexekirina rûpêçana li nava qadên giştî, şermezar kir û biryar derveyî qanûnên mafên mirovan bi nav kir.
Parlamena Swîsrayê, Yekşemê dengdanek der barê qedexekirina rûpêçana jinan a li nava qadên giştî çêkir û bi rêjeya ji sedî 51.2 dengên erê hat sepandin.
Nivîsgeha Mafên Mirovan a NY jî biryara Swesrayê şermezar kir û diyar kir ku ev biryar binpêkirineke mafên mirovan e.
Berdevka nivîsgehê Ravenna Shamdasani destnîşan kir ku Swîsra bi vê biryarê, êdî tevlî jimara hindik a welatên ku cudekariyê dixin navbera olan, dibe.
Ravenna got:
Nabe ku jin neçar bimînin rûyên xwe veşêrin, di heman demê de qedexekirina rûpêçanê jî azadiya jinan sînordar dike.