sebah bi ajotina motora xwe tevahî bendên civakî derbas dike

Li gel kevneşopiyên civakê yên paşverû ku jinan ji gelek xebatan bê par dihêle, Sebah Nasir a ji Hesekê têdikoşe. Sebah ev 10 salin bi ajotina motorê pêdîviyan li kolanan difroşe û xwedî li ked û aboriya mala xwe derdikeve.

Sebah Nasir a 37 salî li Taxa Xeşman a bajarê Hesekê-Bakûr û Rojhilatê Sûrî dijî.

Sebah hemû sînorê paşverû yên civakê bi motora xwe derbas kirin.

Ev bû 10 sal in, Sebah bi riya motora xwe pêdîviyan li kolanên Hesekê de difroşe.

Sebah vê xebata xwe weke destkeftiyeke aborî pênase dike ku jê derbara mala xwe dike.

Sebah dibêje:

Berî ez bifikirim rewşa xwe ya aborî baş bikim, ez fikirîm çawa vê hişmendiya ku jin ji derve kar bike bişkînim.

Min xwest ez weke jinekê pêşengtiyê bikim û xwedî roleke çalak di civakê de bim.

Lewra li dijî kevneşopiyên civakê têbikoşim û min ev motor kirî û li ser xebitîm.

Ger dilê mirovan bi xwestek be, tu kes nikare bibe asteng.

Sebah balkişand ser bandora wê li ser jinên derdor jî û anî ziman ku derketina min a li ser motor hêzekê di dilê jinên li taxê de ava dike û rê ji wan re vedike ku her kes li gor derfetên xwe êdî bixebitin.

Sebah niha keça xwe jî bi xwe re digerîne û fêrî ajotina motor dike da ku di demê pêş şerm nebîne û bang li tevahî jinan jî dike ku nebin koleyên kevneşopiyên civakî.

Di civakeke zayenperest de, jinên mîna Sebah zû nayên qebûlkirin, ji ber ew qaliban dişkînin û civak vê yekê weke metirsiyekê ser kevneşopiyên xwe dibîne.

Lewra hin xebat tenê ji mêran re hatine veqetandin û civak ji jinan re qedexe dike.

Lê bi şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûrî, êdî ev hişmendî hatiye têkbirin, jin karê ku jê hez dike û dixwaze dike.

Back to top button