Dewleta Tirk ji ber pûlê nexşeya Kurdistanê gef li rêveberiya Başûr xwar

PDK û Barzanî her çendî xwe li ber dilê dewleta Tirk a dagirker xweş bikin û li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi wanre hevkariyê bikin jî lê Dewleta Tirk dijmintiya xwe li dijî Kurdan di her fersendê de venaşêre. Di ser dana Papa a li Hewlêrê de jî ev yek eşkere derket holê.
Dewleta Tirk ji ber di serdana Rêberê Olî yê Katolîk yê Xiristiyan Papa Francîs a li Hewlêrê de pûlên nexşeya Kurdistanê hatin plankirin ku bên çapkirin gef li Rêveberiya başûrê Kurdistanê xwar.

PDK, her çendî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re bike û xwe bike bazarê jî lê ev yek ti tiştekî di siyaseta dijminane a dewleta Tirk ya li dijî Kurdan de naguhere.

Di serdana Rêberê Olî yê Katolîk yê Xiristiyan Papa Francîs a li Hewlêrê de pûlên nexşeya Kurdistanê hatin plankirin ku bên çapkirin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê îro li dijî vê yekê daxuyaniyeke tund da û gef li rêveberiya başûrê Kurdistanê xwar.

Di daxuyaniya wezareta karên derve a dewleta Tirk de ji ber di nexşeyê de bi hênceta ku bakurê Kurdistanê jî têde cih girtiye, wiha tê gotin,

“Bi wesîleya serdana Papa a li Iraqê di nava pûlên diyarî ku Rêveberiya Hêrêmî a Kurd a Iraqê plan dike wan çap bike de tê dîtin ku wêneyê nexşeya ku hatiye çêkirin de hinek bajarên welatên me jî hene.

Hin rayedarên Rêveberiya Herêmî a Kurd ya Iraqê yên ku hedê xwe nizanin, vê serdanê ji bo xeyalên xwe yên vala yên li dijî yekîtiya xaka welatên cîran eşkere bikin dixwazin bikarbînin.

Ev hewldanên xasûkî ku çawa bi zerareke mezin bi encam bûn herî baş tê bîra rayedarên Rêveberiya Hêrêmî a Kurd ya Iraqê.

Ji bo ku ev şaştiya xeternak tavilê bê sererastkirin em li bendê ku rayedarên Rêveberiya Herêmî a Kurd ya Iraqê di zûtirîn demê de daxuyaniya pêwîst bi awayekî zelal bidin.”

Serokê partiya nijadperest a Tirkiyê Dewlet Bahçelî jî li ser mijarê daxuyaniyek da û gef li rêveberiya başûr xwar. Bahçelî got,

“Di dema serdana Papa a li Iraqê de, di pûlên ku ji bo xatirê wî hatine çapkirin de xwedêgiravî bi çêkirina wêneyê nexşeya Kurdistanê kes nikare gefê li me bixwe. Ew nexşe ji xwe di bin lingên me de ye.”

Li ser van daxuyaniyan Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê başûrê Kurdistanê Ano Cewher Ebdulmesih Ebdoke jî ew dîzayna destpêkê bûn, hê biryar li ser nehatiye dayîn.

Back to top button