Tony Burke: Ocalan Mandelayê Rojhilata Navîn e, bê wî pirsgirêka Kurd çareser nabe

Kampanya “Azadî ji Ocalan re” ji aliyê mezintirîn sendîkayên li Îngilastanê Unite the Union (Yunayt ze onyin) a ku 1.5 milyon endamên xwe tê meşandin.
Sekreterê Giştî yê sendîkayê Tony Burke, destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan Mandelayê Rojhilata Navîn e, divê bê berdan û got “Bê Ocalan pirgirêka kurd çareser nabe.”

Kampanya “Azadî ji Ocalan re” ji aliyê mezintirîn sendîkayên li Qraliyeta Yekbûyî Unite the Union (Yunayt ze onyin) a ku 1.5 milyon endamên xwe hene û GMB’ê ku 700 hezar endamên xwe hene, tê meşandin.

Gelek sendîka û tevgerên çandê tev li kampanyayê bûn. Bi milyonan karker û kedkar ji aliyê rêxistinên di nava kampanyayê de tên temsîlkirin.

Sekreterê Giştî Yê Unite the Union Tony Burke di heman demê de endamê Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ye.

Sekreterê Giştî yê Unite the Union Tony Burke derbarê azadiya Rêber Apo ji Ajansa Mezopotamya re avivî.

Tony Burke diyar kir ku ew wek rêxistin û partiyên li Îngîlîstanê ji bo azadadiya Rêber Abdullah Ocalan di nav têkoşîneke mezin de ne.

Burke diyar kir ku fikir û projeya Rêber Ocalan û hêza wî di qada navneteweyî de belav bûye û got:

“Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan aktorê serekeye. Ji bo wî jî ez dibêjim Mandelayê Rojhilata Navîn. Divê bê berdan. Ocalan wê li giravê bi tenê neyê hiştin.

Em di wê baweriyê de ne azadiya Ocalan wê pirsgirêka Kurd çareser bike.”

Tony Burke dazanîn ku dostên wan yên bi sendîkayên li DYE’yê re dixebitin hene. Bi rêka dostên xw ewê di vê mijarê de bala Joe Biden û Kamala Harris bikişînin ser mijarê.

Sekreterê Giştî yê Unite the Union Tony Burke destnîşan kir ku bêdengiya YE û parlamentoya Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ‘cihê şermê ye’.

Tony Burke bang li Yekîtiya Ewropayê parlamentoya Ewropayê kir ku dawî li bêdengiya xwe
xwe bînin, li dijî tecrîdê seknekî zelaltir nîşan bidin.

Back to top button