Jan Fermon: Dewleta Tirk ji bêdengiya Ewropayê hêzê digire

Derbarê gefên rayedarên dewleta Tirk ên dijî siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê de yek ji parêzerê doza PKK’ê yê Belçîkayê Jan Fermon diyar kir ku Tirkiye ji bêdengiya Ewropayê hêzê digire û sûcên xwe didomîne.
Enstîtuya Kurd a Brukselê jî, têkildarî gefên sûîqestê yê dewleta Tirk û doza qetilkiirna 3 jinên Kurd ên şoreşger, panelek lidar xist.

Serokê berê yê istixbarata Tirk Ismaîl Hakki Pekîn 16’ê Sibatê li qanala CNN Tirk Kurdên li Ewropa hedef nîşan dabû û gotibû ku divê rêveberên KCK’ê yên li Qendîlê bibin hedef.

Ismaîl Hakki Pekîn li xwe mikur hatibû ku wan komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an a li Parîsê pêk aniye ku tê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemazê hatibûn şehîdxistin.

Derbarê mijarê de, yek ji parêzerên doza PKK’ê yê Belçîkayê Prz. Jan Fermon ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û nirxandin kirin.

Prz. Jan Fermon li ser bêdengiya hikûmetên Ewropî yên piştî gefên Ismaîl Hakki Pekîn berteka xwe nîaşn da û destnîaşn kir ku welatên Ewropî lîstikeke taloke dilîzin.

Fermon li ser gotinên Pekîn ên derbarê komkujiya Parîsê de, diyar kir ku ev gotin piştrastkirina tişta ku dihate zanîn e û got:

“Mikurhatinên Pekîn bêguman eşkere geflêxwar in.

Ev cînayet nayên qebûlkirin, divê rayedarên Ewropî bersviê bide.”

Prz. Jan Fermon teqez kir ku niha lêpirsîneke li ser gefa li ser berpirsên Kurd ên Belçîkayê hatiye vekirin, lê ew li ser naveroka lêpirsînê nikare biaxive.

Parêzerên siyasetmedarên Kurd: Divê Ewropa tavilê bersivê bide Tirkiyê

Her wiha Enstîtuya Kurd a Brukselê, têkildarî gefên sûîqestê yên dewleta Tirk û doza şehîdxistina 3 jinên Kurd ên şoreşger li Parîsê, bi rêya onlîne panelek li dar xist.

Parêzerê malbata sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin şehîdxistin, Antoîne Comte, parêzerê doza PKK’ê ya li Belçîkayê Jan Fermon, parêzerê siyasetmedarên Kurd ên li Almanyayê Frank Jasenskî û siyasetmedarê Kurd Ferda Çetîn beşdarî panelê bûn.

Di panelê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji bo karibe li derveyî welat mirovan bikuje daîreyek amade kiriye.

Hat destnîşankirin ku tişta hêzê dide Tirkiyê ku sûcan bidomîne bêdengiya Yekîtiya Ewropa û dewletên wê ye.

Hat gotin jî ku Tirkiye dewleteke terorê dişîne û divê welatên Ewropayê tavilê bersiva guncaw bidin Tirkiyê.

Back to top button