Li bajarê Halle yê Almanyayê navê Leyla Şaylemez li riyekê hat kirin

Li bajarê Halle yê Almanyayê navê jina Kurd a şoreşger Leyla Şaylemez li riyekê hat kirin.

Çalakvanên jin ên li bajarê Halle yê li rojhilatê Almanyayê ji bo bîranîna Leyla Şaylemez ku ew di komkujiya Parîsê de hatibû şehîdxistin çalakiyek kir.

Çalakvanan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî navê Leyla Şaylemez li Rêya Schîmmel a li navenda bajarê Halle kirin.

Malbata Şaylemez ji bajarê Mêrsîn ê Tirkiyê koçberî bajarê Halle ya Almanyayê bû û Leyla Şaylemez li vî bajarî mezin bûye.

Back to top button