Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan sererkanê artêşê cara duyemîn ji erk girt

Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan Fermandarê Giştî yê artêşê cara duyemîn ji erkê girt.
Artêşê jî banga istifaya Paşînyan dubare kir.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand ku cara duyemîn sererkanê artêşa welat Onik Gasparyan ji erk girtiye.

Li gorî ajansa RIA ya Rûsî, Paşînyan Gasparyan ji erk girtiye.

Hemwextî vê, di ajansa TASS ya Rûsî de vê carê hate gotin, sererkanê artêşê careke din ji Paşînyan xwestine ku îstifa bike.

Beriya niha Serokwezîr Paşînyan ev banga artêşê bi “hewildana darbeyê” pênase kiribû û ji alîgirên xwe daxwaz kiribû ku dakevin qadan.

Piştî şerê li herêma Qerebaxa Çiyayî ku di navbera Êrîvan û Bakû de bi agirbestê bi dawî bû li Ermenîstanê aloziyan despê kir.

Mixalîfên Ermen ku binketina li Qerebaxê napejirînin li dijî serokwezîr di nava xwepêşandanan de ne.

Ji Mijdara 2020’an ve li nava Ermenîstanê alozî kêm nebûye.

Back to top button