David Brownstein serdana Rêvberiya Xweser kir

Cîgirê Nûnerê Emerîka yê tayîbet yê Sûriyê David Brownstein îro serdana dayîreya têkiliyan ya Rêveberiya Xweser kir.

Rêveberiya Têkiliyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda xwe ya bajarê Qamişlo pêşwaziya şandeyê kir.

Li gorî malpera fermî ya daîreyê wan li ser rewşa Sûriyê bi giştî û yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tayîbet gotûbêj kirin.

Hat diyar kirin wan li ser girîngiya rola koalîsyona navneteweyî di aliyên siyasî, aborî, ewlehî û mirovî yên li herêmê nîqaş kirine.

Back to top button