Şandeya Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê hat armanckirin

Artêşa Tirk a dagirker îro êrîşî erebeyeke ku şandeya Partiya Sûriye Pêşerojê têde bû kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê ku serdana şervanên li eniya el-Cat dikir, kirin hedef.

Navendê diyar kir ku heta niha agahiyên zêdetir li ser encamên topbaranê nehatine bidestxistin.

Duh jî Navenda Ragihandinê a Meclîsa Leşkerî a Minbicê diyar kir ku ev du roj in, artêşa dewleta Tirk û çeteyên xwe gundê El-Hoşeriyê yê Minbicê dikin armanc.

Li gorî Navendê, dagirkeran ji baregeha xwe yê li gundê Qîratê yê bakurê Minbicê, gund topbaran kirin.

Dagirkeran, şevê din jî, bi topan navenda navçeya Til Rifetê, gundên Bêlûniyê, Şêx Îsa û Eyn Deqnê yên herêma Şehbayê topbaran kirin.

Back to top button