Hêzên Asayîşê 30 şaneyên DAIŞ’ê tevlî çek û cebilxaneyên wan girtin

Hêzên Asayîşê di çarçoveya pêngava paqijkirinê ya ku li bajarê Hesekê daye destpêkirin, 30 endamên şaneyên DAIŞ`ê girtin.

Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê ev pêngav û encamên wê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku hêzên wan 10`ê Adarê li bajarê Hesekê dijî şaneyên veşartî pêngavek dane destpêkirin.

Di encama pêngavê de 30 şane hatin girtin ku di nava wan de kesên ku ji lêpirsîna Asayîşê dihatin xwestin hebûn.

Li gel van şaneyan gelek çek û çilên leşkerî ku di operasyonên xwe yên terorane bi kar dianîn, hatin desteser kirin.

Back to top button