MÛRAT KARAYILAN: 2019 WÊ BIBE SALA PÊNGAVA MEZIN

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bal kişand ser girîngiya meha Adarê di dîroka Kurdan de û got:
Newroza îsal wê ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bibe destpêkeke nû.
Li ser vî bingehî em bi xurtî dest bi Newroza 2019’an dikin.
2019 wê ji bo me bibe sala pêngaveke mezin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bû mêvanê Bernameya Taybet a Radyoya Dengê Welat û rojevên heyî nirxand.

Mûrat Karayilan bal kişand ser girîngiya meha Adarê di dîroka Kurdan de û got,

“Meha Adarê meha berxwedanê ye, Cejna Netweyî ye.

Têkoşîna me ya azadiyê wê bi agirê Newrozê geştir bibe.”

Karayilan bi bîr xist ku ew Newroza îsal bi berxwedana grevên birçîbûnê pêşwazî dikin û diyar kir, bi ruhê Newrozê wê pêngava berxwedanê mezintir bibe.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel di dewama axaftina xwe îşaret bi faşîzma AKP-MHP’ê kir û ev tişt anî ziman;

“Bêyî li ber xwe bikevin, bi zîhniyeteke faşîst dibêjin, ‘yên vê qebûl nekin bila biçin’.

Em gelê xwecihî yê vê herêmê ne, Kî kê diqewirîne?

Eger yek hebe ku divê biçe, ew jî ew kes in ku zîhniyeta şoven û nîjadperest a li Tirkiyê tesmîl dikin. ”

Karayilan dazanîn ku çawa ku faşîzma AKP-MHP’ê vê hilbijartinê ji bo xwe weke pirsgirêka man û nemanê dibîne, divê gelê Kurd, gelên Tirkiyê û hêzên demokratîk jî weke serdemeke stratejîk û girîng bibînin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan da xuyakirin ku newroza îsal ji bo wan gelek girînge û axaftina xwe wiha bi dawî kir.

“Îsal wê berxwedan mezintir bibe.

Newroza îsal wê ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bibe destpêkeke nû.

“2019 wê ji bo me bibe salaeke nû, sala pêngaveke mezin.”

Leave a Reply

Back to top button