Amerîka banga derxistina hemû hêz û çeteyan ji xaka Lîbyayê kir

Piştî Parlamena Lîbî bawerî da hikumeta nû ya Ebdilhemîd El-Debîba, Amerîka banga derxistina hemû çeteyan ji xaka Lîbyayê kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got:

“Biserketina hikumeta nû, gaveke girîng ber bi hilbijartinên Kanûna 2021’ê ve ye, divê hemû alî pabendî rawestandina şer û qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê bibin û divê hemû çete ji welêt werin derxistin.”

Di civîna duh a Parlamenê de, ji nava 188 palamenteran, 132’an bawerî da hikumeta Debîba û bi vê yekê hikumet bi ser ket.

Ebdulhemîd El-Debîba soza destekdayîna komîseriya neteweyî ya hilbijartinan, bi armanca gihîştina hilbijartinên dawiya salê, da.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres jî, şandeya NY bo Lîbyayê, rêxistina Hevkariya Islamî, Siûdiye û Îmarat, biserketina hikumeta Lîbî ya nû bi gaveke erênî ber bi yekîtî, ewlehî û aramiya Lîbyayê ve, pênase kir.

Back to top button