Artêşa Iraqî li Tilzêrê êrîşê gundiyan kir û kesek birîndar bû

Artêşa Iraqê îro serê sibê li navçeya Tilizêr êrîşê girseya gel a ku dixwest biçe Şengalê kir, di encamê de sivîlek bi gûleya leşkerên Iraqê birîndar bû.

Bi zêdebûna gefên hêzên Iraqî yên li Şengalê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê duh bi rengekî awarte civiya û biryar da ku îro bi meşeke girseyî li hember van gefan rabin.

Bi vê armancê ji gund, bajarok û komalgehên Şengalê girseya gel hewl da ber bi navenda Şengalê ve bê.

Yek ji wan gundan jî Tilizêr e.

Şeniyên Tilizêrê dema xwestin ber bi navenda bajêr ve biçin, li gund, ji aliyê hêzên artêşa Iraqî ve hatin rawestandin.

Hêzên çekdar ên Iraqê dest li gundiyên Tilizêrê werda û li gorî agahiyên destpêkê, ji ber vê êrîşê gundiyek birîndar bûye.

Hate ragihandin ku alozî hîn jî dewam dike.

Back to top button