Tirkiye baregeha 4. Li derdora Eyn Îsa ava kiriye

Li nêzî rêya M4 û derdora Eyn Îsayê, baregeheke din ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve tê avakirin. 

Li rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê, artêşa dagirker baregeha xwe ya 4’an ava kiriye..

Avakirina vê yekê li gel êrîş û topên bi ser navçeyê de tên barandin de, tê.

Baregeha nû ya dagirkeriyê, 1 km li bakurê rêya navdewletî M4 û nêzî gundê Hoşan e.

Her wekî bi bircên çavdêrî, radar û maşîneyên leşkerî, li rex çekên giran hatiye amadekirin û bi satirên axê yên bilind jî hatiye dorpêçkirin.

Back to top button