TEV-DEM: Serhildana gel a 12’ê Adarê planên rêjîma Baas têk bir

TEV-DEM’ê û PYNK’ê bi wesîleya salvegera serhildana 12’ê Adarê şehîdên serhildanê bibîranîn û diyar kirin rêjîma Baas hê jî zêhniyeta xwe neguheriye.
Di daxuyaniyan de bang li gelên Sûriyê hat kirin ku yekîtiya xwe xurt bikin û projeya demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyê bi pêş bixin.

Bi boneya salvegera 17’an ya serhildana Qamişloyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî a Kurd (PYNK) daxuyaniyên cuda dan.

TEV-DEM’ê şehîdên serhildanê bibîranî û diyar çirûska destpêkê ya serhildana gel a girseyî sala 2004’an li Qamişloyê li dijî fitneya rejîma Baas a şovenîst ku dixwest di nava gelên Kurd û Ereb de derxîne, dest pê kir û li Sûriyê belav bû.

TEV-DEM’ê destnîşan kir serhildana 12’ê Adara 2004’an fikrê rejîma Baas yê faşîst û nîjadperest yê li hemberî kurdan û pêkhateyên din ên li Sûriyê eşkere kir.

TEV-DEM’ê destnîşan kir tevî ku 10 sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûne û lê zîhniyeta rejîma Baas hîn jî neguheriye û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a faşîst re neqediya ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,

“Alozîya Sûriyê dewam dike û çareseriya siyasî bi ser neketiye. Tevî vê yekê Peymana Edeneyê dewam kir. Rejîma Sûriyê xwe ji berpirsyarî û pêkanîna erkên xwe çareseriya aştiyane da aliyekî. Ji danûstandinên bi Rêveberiya Xweser reviya.”

TEV-DEM’ê da zanîn Rêveberiya Xweser ji bo nasname û mafên hemû gelên Sûriyê têdikoşe û diyar kir çareseriya hemû pirsgirêkên Sûriyê jî wê bi vî rengî pêk were.

TEV-DEM’ê diyar kir rewşa Sûriyê ber bi xirabûnê ve diçe û da zanîn divê aloziya wê bi navxweyî bê çareserkirin.

TEV-DEM’ê di dawiyê de bang li rêjîma Baas kir ku rast nêzî rewşa heyî bibe û ji bo çareseriyê gavan bavêje.

PYNK: Serhildana 2004’an bû bingeha şoreşa 19’ê Tîrmehê

Partiyên Yekîtiya Niştimanî yên Kurd PYNK’ê jî bi boneya salvegera serhildana 12’ê Adarê şehîdên serhildanê bibîranîn.

PYNK’ê da diyar kir, gelên Sûriyê serhildana Qamişlo kirin bingeha projeya demokratîk.

PYNK`ê bibîrxist ku rêjîmê bi armanca derxistina fitneyê lîstika futbolê bikaranî û got,

“Serhildana Kurdan ya li Qamişlo li tevahiya herêmên kurdan heta Heleb û Şamê belav bû. Rejîma Sûriyê jî tevahiya rêbazên zextê li dijî wê serhildanê bi kar anîn û bi hezaran girtin, îşkence kirin û derdora 40 kes şehîd ketin û bi sedan jî birîndar bûn.”

PYNK`ê diyar kir ku Serhildana Qamişloyê gaveke ber bi şoreşa gelê Sûriyê ya Adara 2011`an bû û wiha dewam kir:

“Bi taybetî Şoreşa 19`ê Tîrmehê a li Rojava û projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre serhildana 2004`an.”

PYNK’ê diyar kir gelê Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û pêkhateyên din, hişmendiya rejîmê û lîstokên wê nas kirin û bi hevre Rêveberiya Xwesera Demokratîk, ava kirin.

PYNK’ê di dawiyê de diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi danûstandin û îradeya hevdu qebûlkirinê pêkane.

Back to top button