Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî û serdegirtina malan de, li Riha û Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin.
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Xelîliyê Hatîce Goktepe jî di nav de, 4 kes hatin binçavkirin.
Li Meletiyê jî li gorî daxuyaniya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Serokê Partiyê yê Meletiyê Halîl Goktaş vê sibehê di serdegirtina malan de hate binçavkirin.