2 rûspiyên Dêra Zorê bi guleyên kesine nenas ve hatin kuştin

Li Dêra Zorê, di 24 seatên dawî de, 2 rûspiyên eşîran bûn hedefa êrîşan û hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê kesên nenas li bajarokê El Cîa bi guleyan êrîşî serokeşîrekî yê bi navê Fayiz Mensor EL-Remedan kir.

Hat diyar kirin dema ku serokeşîr Fayiz ji mizgeftê derdiket, kesên li ser motorsîkilêtekî êrîş li dijî wî pêk anîn.

Duh jî li rojhilatê Dêrazorê, rûspiyê bi navê Ebd-Elrezaq Ebdil Mecîd Îsa hat kuştin.

Li gundê Dirincê yê Dêrazorê hin kesan êrîşî mala Dawid El-Dibêca kir.

Back to top button