Tevî astengiya artêşa Iraqî, Şengaliyan meşa xwe li dar xist

Îro bi hezaran welatiyên Şengalê li dijî plana dagirkirina Şengalê û gefên artêşa Iraqê daketin qadan.
Şengaliyan diyar kirin ku ew ji derveyî Asayîşa Êzdîxanê, ti hêzê qebûl nakin.
Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê Heso Îbrahîm diyar kir ew weke Civaka Êzîdî careke din wê nebin qurbana siyasetên qirêj, ew ji derveyî Xweseriyê tiştek din qebûl nakin.

Artêşa Iraqê ji dûh ve gefê li asayîşa Êzdîxanê dixwe ku navendan vala bike.

Li dijî gefên Artêşa Iraqê Şengaliyên li gûndan û navçeyan berê xwe dan navenda bajêr.

Herçendî artêşa Iraqê seytere danîn, astengî jî derxist, di encama berxwedanê de Şengaliyan xwe gihandin navenda bajêr.

Piştî ku gel xwe gîhand navenda Şengalê bi hezaran kes li dijî hewldanên pêkanîna peymana dagirkirina Şengalê ya li ser daxwaza Tirkiyê dest bi meşê kirin.

Di meşê de rûspî, bawermend, rêveberên Tevgera Jin, Meclîsa Xweser, PADÊ û pêkhateyên din ên Şengalê cih girtin. Şengalî heta seytereya Iraqê meşiyan û li wir daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê CîgirêHevserokên Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengaşê Heso Birahîm hate dayîn.

Heso Îbrahîm diyar kir ewê weke Civaka Êzîdî careke din nebin qurbanê siyasetên qirêj, ew ji derveyî Xweseriyê tiştek din nema qebûl dikin.

Nûnerên Êzîdiyan li gel rayedarên Iraqê civiyan

Piştî daxuyaniyê rêveberên MXDŞ’ê, PADÊ û TAJÊ li gel rûspiyên Êzîdiyan bi rayedarên Iraqê re civiyan û daxwazên gel gihandin wan.

Endamên şandeyê destnîşan kirin ku rayedarên artêşa Iraqê ji wan re gotine ku ewê daxwazên wan ragîhînin Bexdayê.

Back to top button