NY: Sûriye heta niha kabûseke zindî ye

10 sal di ser şerê li Sûriyê re derbas dibin, lê heta niha ti çareserî jê re nehatiye dîtin û rewş her diçe aloztir dibe.
NY li ser zimanê sekreterê xwe yê giştî Antonio Guterres dibêje, Sûriye heta niha kabûseke zindî ye û banga berfirehkirina karên gihandina alîkariyên mirovî bo gelê wê dike.
Her wiha jimareke endamên Senatoya Amerîkî banga destekdayîna alîkariyên mirovî bo gelê Sûriyê û dadgehkirina rejîma Beşar Esed li ser kirinên wî dike.

Bi derbasbûna 10 salan di ser şerê li Sûriyê re, Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres ragihand, ku Sûriye heta niha kabûseke zindî ye û nêzî 60% ji xelkên wê bi birçîbûnê re rû bi rû ne.

Guterres got:

“Pîvana giştî ya wêraniya li Sûriyê ne pêkan e, lê em dizanin ku gelê wê rastî sûcên herî bed li ser asta cîhanê di vê sedsalê de hatiye, kirinên ku li wir qewimîne, hişê mirovan dibin.”

Guterres destnîşan kir ku pêwîstî bi berfirehkirina pêvajoyên gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê heye, da ev alîkarî bigihêjin her kesî li her derê.

Sala 2014’an Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî destûr da derbaskirina alîkariyên mirovî di rêya 4 dergehan re, lê ji ber nerazîbûna Rûsya û Çînê, sala borî tenê dergehên bi Tirkiyê re vekirî ma.

Senatoya Amerîkî banga darizandina Esed dike

Jimareke endamên Senatoya Amerîkî jî ji bo vê mijarê, proje-biryarek amade kiriye, tê de daxwaza destekdayîna alîkariyên mirovî bo gelê Sûriyê, ji rêveberiya Amerîkayê dike.

Her wiha ev proje-biryar, banga dadgehkirina rejîma Sûrî li ser sûcên li dijî mirovahiyê dike.

Endamên Senatoyê yên ev proje-biryar amade kiriye, kirinên rejîma Esed li dijî gelê Sûriyê şermezar dikin û teqeziyê li ser destekdayîna karê kesên di warê parastina mafên mirovan û belgekirina tundiya rejîmê de dixebitin, dikin.

Di heman demê de, Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongressa Amerîkî jî, teqezî li berdewamkirina pêkanîna xalên qanûna Qeyser li dijî rejîma Esed kir.

Endamên Komîteyê dibînin, ku armanca vê qanûnê ew e, zêdekirina fişarê li ser rejîma Sûrî, rawestandina destekdayîna wî ya darayî ku di şer de bikar tîne, her wiha hişyarkirin civaka navdewletî ku nabe têkilî bi rejîma Esed re asa bibin û desthilata wî rewa bibe.

Di demekê de ku qanûna Qeyser bandoreke pir xirab li debara jiyana piraniya gelê Sûriyê dike, Amerîka û NY li mekanîzmeyekê digerin, ku bandora Qeyser ji ser gelê Sûriyê sivik bikin û tenê rejîmê bikin armanc.

Back to top button