PYD û Kongreya Star bi boneya salvegera serhildana Qamişlo daxuyanî dan

Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê û Koordînasyona Kongreya Star bi boneya salvegera serhildana Qamişlo daxuyanî dan û diyar kirin ku serhildana 12’ê Adarê destpêka jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû.
Saziyên navçeya Şedadê û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi heman armancê daxuyanî dan.

Meclisa Giştî ya PYD`ê bi boneya salvegera 17’emîn a Serhildana Qamişlo daxuyaniyek da, şehîdên serhildanê bi bîr anî û weha got:

Di Serhildana Qamişlo de gelê Kurd rabû da ku zilma li ser xwe rake û desthilatê bi dawî bike.

Serhildana 12’ê Adarê li Bakur û Rohilatê Sûriyê bi serkêşiya gelê Kurd destpêkirina pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan bû.

Şêwazên polîsî yên binpêkirinê xizmeta projeyên çareseriya demokratîk li Sûriyê nakin.

Meclisa Giştî ya PYD’ê dawiyê tekez kir ku projeye Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikare wek çareseriya baştirîn ji bo şerê li Sûriyê were bikaranîn.

Kongra Star: Serhildana 12’ê Adarê serhildana li dijî zilmê bû

Koordînasyona Kongreya Star jî bi daxuyaniyekê şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîra anî û ev tişt got:

Ew komployeke birêxistinkirî bû ji aliyê Baasiyên şofînîst ên li Sûriyê.

Bi vê yekê xwestin nasnameya kurdî li Rojava û Sûriyê tune bikin û fitneyê di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din de derxin.

Lê bûyer veguherî serhildaneke gel a mezin li dijî komplogerên Baasî yên şofînîst.

Koordînasyonê soza pêkanîna armancên şehîdan da û bang li hemû jinên Sûriyê kir ku ji bo avakirina Sûriyeke pirreng, ne-navendî û pêkanîna aramî û îstiqrarê li herêmê, hevgirtî bin.

Saziyên Şedadê: Armanca hikumeta Şamê derxistina fitneyê bû

Saziyên navçeya Şedadê jî bi boneya salvegera serhilana Qamişlo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de diyar kirin ku hikumeta Şamê di bûyerên 12’ê Adarê de hewl da fitneyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de derxe, bi taybet pêkhateyên Kurd û Ereb.

Ciwanên Şoreşger: Şoreşa Rojava berdewama serhildana 12’ê Adarê ye

Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Hemîsê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku çirûska Serhildana 12’ê Adara 2004’an, çirûska serhildana azadiyê bû û got:

Şoreşa Rojava berdewama Serhildana 12’ê Adara 2004’an e.

Back to top button