Li Şedadê şehîd Mihêdî El-Ebûd hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîd Mihêdî El-Ebûd li goristana şehîdan a Şedadê oxir kir.

Şervanê QSD’ê Mihêdî El-Ebûd 5’ê Adarê, li herêma El-Şihêl a Dêrazorê şehîd bû.

Şêniyan, cenazeyê şehîd ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û birin goristanê.

Li goristanê biştî rêzgirtinê, bi navê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Fermandar Mihemed El-Sincar axivî û tekez kir ku ew ê heta serkeftinê, şopdarên rêya şehîdan bin.

Dawiyê, cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de hate oxirkirin.

Back to top button