NY: Cîhan 10 sale li wêranî û rijandina xwîna li sûrî temaşe dike

Famkirina wêraniya li Sûrî negengaze. Cîhan 10 salin li şer û wêraniya li Sûriyê temaşe dike û xelkê Sûrî rastî sûcê herî mezin yê vê sedsalê ma.

Ev hemû gotinên, di asta li xwe mikurhatinê de ne ku ji aliyê NY tê kirin. Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres diyar kir ku êdî nabe rewşa heyî dewam bike û ewê rê nedin ku xelkê Sûrî hîn zêdetir bêhêvî bê hiştin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres têkildarî salvegera 10. a şerê navxweyî yê li Sûrî ji rojnamevanan re axivî.

Antonio Guterres diyar kir ku xwepêşandanên aştiyê yên beriya 10 salan despêkirî, bi zextê hate xwestin ku were bidawî kirin.

Vê yekê jî rewş ber bi şer ve bir.

Guterres anî ziman ku dibe êdî hilweşîn û rijandina xwîna li Sûrî nabe sernavê nûçeyan.

Bi sedhezaran Sûrî mirin û bi milyonan jî ji cih û warê xwe bûn.

Gelek kesên ku jimara wan baş nayê zanîn hatin girtin, êşkence li wan tê kirin û di nava hejariyê de dijîn.

Guterres dazanîn ku cihanê 10 salin li hilweşandin û wêraniya li Sûrî temaşe dike.

“Bi awayekî baş fêmkirina wêraniya li Sûrî negengaz e.

Xelkê Sûrî di nava vê sedsalê de, bi yek ji sûcên herî mezin re rûbirû ma.

Asta hovîtiya ku li welat wijdana mirov dihejîne û ji bo meşandina pêvajoyek aştiyê divê hesab ji berpirsyaran were xwestin.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres bang li Konseya Ewlekariyê ya NY kir ku ji bo çareseriya krîza li Sûrî, di xebatên komîteya desturî ya Sûrî de gavên berbiçav werin avêtin û careke din dest bi hevdîtinan were kirin.

Mijarên ku nêrînên cuda li ser heyî dikarin bi rêya dîplomasî û diyalogê werin derbaskirin.

Binkeftin, wê xelkê Sûrî hîn zêdetir ber bi bêhêvîbûnê ve bibe û emê rê nedin vê yekê.

Back to top button