Efxanistan..Li Eyaletên Helmand û Kandehar 47 çekedarên Talîban hatin kuştin

Di oparasyonên artêşa Efxanistanê li başûrê eyaletên Helmand û Kandahar de, 47 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Wezareta Parstinê ya Efxanistanê ragihand ku hêzên wan li dijî bajarokên Kandahar oparasyonek bejahî û hewayî pêk anîne.

Di oparasyonê de 47 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 22 jî bi birîndarî hatine girtin.

Wezaretê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku depoyên çekdarên Talîbanê jî hatine teqandin.

Ji Talîbanê heta niha li ser mijarê ti daxuyaniyek fermî nedaye.

Di vê navberê de ji bo dawî anîna tundiya li welat di navbera hikumeta Efxanistan û Talîbanê de danûstandinên li paytexta Qeter Doha yê di qonaxa xwe ya duyemîn de didome.

Back to top button