Sibê wê li Amedê bernameya pîrozbahiya Newrozê bê eşkerekirin

Sibê wê li Amedê bernameya pîrozbahiya Newrozê were eşkere kirin.
Pîrozbahiya Newroza îsal ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyhê wê bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” were lidarxistin.

Partî û tevgerên Tifaqa Kurdistanî wê sibê li Amedê starta pîrozbahiya Newroza 2021’an bidin. Dirûşma Newroza îsal wek “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” hat diyarkirin.

Newroz wê li 30 bajêr û 61 navçeyan were pîrozkirin. Sibê wê li Amedê bernameya Newrozê were eşkerekirin û danasîna strana “Dîsa li Newrozan” a Newrozê were kirin.

Pîrozbahiya ewilî ya Newrozê wê li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêber Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye were lidarxistin. Pîrozbahî wê heta 22’yê adarê berdewam bikin.

Back to top button