Çvdêriya Sûrî: Li Serêkaniyê û Girê Spî di meha derbasbûyî de zêdeyî 31 sivîl hatin revandin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê di meha Sibatê de li Serêkaniyê û Girê Spî zêdetirî 31 sivîl revandin.

Çavdêriyê ragihand ku di meha Sibatê de di encama teqîn û bihevketina çeteyan de di nav de jinek û zarokek 14 kes hatin kuştin.

Çavdêriyê da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk bi tewnanên ne rast zêdeyî 31 sivîl revandin.

Hat diyar kirin li gundê Qasmiyê yê gundewarê Til Temir yê dagirkirî jî, çeteyan piştî dizîna tiştê malê, 5 malên şêniyên ku hatine koçberkirin, şewitandin.

Çavdêriyê eşkere kir ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê gelek gir û deverên dîrokî yên li herêma Girê Spî ya dagirkirî kolandin.

Li gorî Çavdêriyê, artêşa Tirk xezîne û şûnawaran ji Girê Sehlan yê dîrokî derxistin û birin.

Back to top button