Blinken: Em ji tevgera Tirkiyê ya li rojhilatê Derya Spi bifikarin

Tevgera dewleta Tirk ya li Rojhilatê Derya Spî li gel DYA cihê fikarane.
Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken di civîna Komîteya Karên Derve ya Meclisa Nûneran de ev yek careke din anî ziman.

Antorny Blinken diyar kir ku ew tevgera dewleta tirk ya di demê dawiyê li rojhilatê Derya Spî ji nêz ve dişopînin.

Blinken anî ziman ku di nava sala derbasbûyî de Enqere li Rojhilatê Derya Spî li dijî Yewnanîstanê ket nava provakasyonan û ew ji vê yekê bifikarin.

Pêşketinên li herêmê ne bi sorkirina hev û leşkerî lê dikarin bi rêya dîplomasî werin çareserkirin.

Blinken daxuyakirin ku ew tevgera dewleta Tirk ya demên dawî li herêmê erênî dibînin.

Blinken: Li Qibrisê em ê piştevaniya federasyoneke ji 2 civakan pêk tê bikin

Wezîrê Karê Derve yê DYA têkildarî mijara Qibrisê jî careke din helwesta welatê xwe diyar kir û got:

Emê piştevaniya federasyonek ji 2 herêmên û 2 civakî bikin.

Di mijara Qibrisê de, emê piştevaniya NY û rola wê bikin.

Emê jî bi awayekî raste rast hewil bidin di vê pêvajoyê de cih bigrin.

Hunê bibînin ku Amerîka bi awayekî yekser bi mijarê re têkildare.

Back to top button