Li Sirînê tankereke sotemeniyê teqîya 7 welatî birîndar bûn

Li bajarokê Sirînê yê li başûrê Kobanê tankereke sotemeniyê teqiya.

Teqîn li stasyoneke sotemeniyê nêzî rawestgeha bajarokê Sirînê ya li ser rêya M4 pêk hat.

Hate ragihandin ku sarinca mazotê teqiyaye di encama teqînê de xebatkar û welatiyên ku dema li stasyonê bûne birîndar bûn.

Navên kesên bîrandar wihan ne:

TALAL OMER
MUSAHAB CASIM
SADAM MAHMUD
ZIYAD ŞÊXO
EZEDÎN EL ELÎ
MAHMUD BEKO
ŞIYAR CUMA

Li gorî agahiyan, ziyanên mezin gihaştin cihê teqînê û dikanên derdora wê.

Back to top button