Şêniyên Kobanê cenazeyê du şehîdan spartin axê

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Lûey Mihemed Elî û Besma Heyder spartin axê.

Endama hêza Antî Teror Besma Heyder (Çîçek Botan) û şervanê QSD’ê Lûey Mihemed Elî ku demên cûda de şehid bibûn li Kobane bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Besma Heyder a bi nasnav Çîçek Botan di 15’ê Sibatê de li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir û bi giranî birîndar bûbû. Besma ku demekê di nexweşxaneyê de tedawî didît, rexmî hemû hewldanan şehîd bû.

Şervanê QSD’ê Lûey Mihemed Elî jî ku bi eslê xwe Ereb e û ji Sirînê ye, dema erka xwe bi cih dianî, di encama êrişeke sûiqastê ya kesên nenas de li ser rêya Reqa – Hesekê şehîd bûbû.

Ji bo her du şehîdan merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajarê Kobanê hate lidarxistin.

Li goristanê biştî rêzgirtinê, bi navê rêveberên Nivîsgeha Xweparastina ya herêma Firatê û PYD axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn banga xwedîderketina li şehîdan û parastina destkeftiyên kirin û pêşwazîkirina serçete Nesir El-Herîrî ji aliyê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ve şermezar kirin.

Piştî axaftinan nasnameya her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîd Besma Heyder li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hate veşartin, cenazeyê şehîd Lûey Mihemed Elî ji bo goristana Şehîdan a navçeya Sirîn hate veguhestin û dê li wir were veşartin.

Back to top button