Hevseroka Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo da zanîn, ku gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, berdewama êrîşên 2014’an.
Hediya anî ziman, armanca dewleta Tirk a dagirker ji van gefan ew e, destkeftî û hebûna gelê Kurd têk bibe.
Hediya Şemo bang li hêz û partiyên Kurdî kir, ku destekê bidin civaka Êzidî, ji ber gefên li ser Êzidiyan, di heman demê de gefên li ser hemû Kurdan e.