“Aniha jî hêzên bi ser rejîmê ve dixwazin senaryoya 2004 dubare bikin”

Cîgirê Hevserokatiya MSD Hikmet Hebîb diyar kir ku hêzên bi ser rejîmê ve, bi rêya şerê taybet hewl didin kînê zindî bikin û bi rêbazên cuda senaryoya 2004’an dubare bikin.

Hikmet Hebîb anî ziman ku wî wekî şahidê vê bûyerê bi çavên xwe dît, çawa xwepêşandan bi zordariyê re rû bi rû ma.

Hebîb destnîşan kir ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewama Serhildana 12’ê Adarê ye, ji ber hemû pêkhate gihan wê baweriyê ku projeya demokratîk ji bo aloziya Sûriyê, rêbaz û çareya herî rast e.

Back to top button