El-Erebiyê karê sîxurtî yê hikumeta Şamê eşkere kir

Kenala El-Erebiya bi hevpeyvîneke teybet, planên sîxurtiya hikumeta Şamê eşkere kirin.
El-Erebiye xwe gihand şaneyeke sîxur a hikumetê û li gorî endamên wê, ew li ser destê efserekî, ku li balafirxaneya Qamişloyê dimîne, hatine amadekirin.
Karê wan jî, derxistina fitneyê û xerakirina ewlehiya herêmê bû.

Karê sîxurtiyê bûye siyaseta herî hêsan ji bo derxistina tevliheviyan.

Berî niha me gelek caran behsa vê siyasetê kiriye û şaneyên ku hikumeta Şamê ew kirine sîxur anîne ser ekranê..

Kenala El-Erebiyê jî di bernameya xwe ya bi navê “Wechen Lî Wecih” de bal kişand ser heman tiştî û bi şaneyekE hikumeta Şamê re hevpeyvîn çêkir.

Tê de tê gotin, li Qamişlo hikumetê bi rêya fermandarê xwe Ehmed Sêlîman ku li balafirxaneya Qamişlo dimîne, şaneyeke sixûriyê ava kiriye.

Ev şane ji 3 kesan pêk tê û karê wê ku tevliheviyê li herêmê bi rêya nivîsandina siloganên li ser dîwaran derxîne ye..

Her wiha êrîşî nuqteyên hêzên Amerîkî û yên Sûriya Demokratîk bike.

Ji wan sîxûrê bi navê Celal Ebdulah Ismaîl yê 31 salî ye û behsa sîxûrtiya xwe dike.

Em bi fermandar Ehmed Sêlîman re rûniştin
Ji me xwest ku em hevokên weke” Artêşa Sûrî wê bê” li ser dîwaran binivîsîn.

Mîna nivîsa Eşbal El-Cezîrê, mebesta me jê ew bû ku em bidin xuyakirin va ye, xelkên herêmê bixwe dinivîsin û da ku tiliya hikumeta Şamê tê de ne diyar be.

Sîxurê din ê bi navê Elî El-Hemdan jî behsa sîxurtiya xwe dike.

Fermandar ji me xwest ku em êrîşî hêzên Amerîkî û hêzên Sûriya Demokratîk bikin.

Got em ê çekan bidin we da ku hûn êrîş bikin û hûn ê van çekan ji balafirxanya Qamişlo bibin.

Fermandar ji min re got karwana Amerîkî ya ku hûn ê êrîşî wê bikin çekên giran jê re divê û em ê wan bidin we.

Armanca hikumetê ew e ku tevliheviyê li herêmê çêke û bibêje ez ê vegerim herêmê.

Helbet ji bo vî karê sîxurtiyê, hikumeta Şamê dê gefan jî li şaneyê xwe bixwe, da kirinên xwe binuxumîne.

Têkildarî vê, sîxur Celal diyar kir ku fermandar Ehmed Silêman gef li wan û malbatên wan xwariye da ew neaxivin.

Ji bo em li kirin û sîxurtiya me ya ji bo hikumeta Şamê mukur neyên, fermandar Silêman hat mala min û bi demançeyê gef li min û zarokên min xwar.

Back to top button