Li Amedê bernameya pîrozbahiyên Newroza 2021’an hat eşkere kirin

Partî û Rêxistinên Tifaqa Kurdistanî îro li Amedê bernameya pîrozbahiyên Newroza îsal eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Newroza 2021’an, di qonaxeke dîrokî de di nav gelek zehmetî û astengiyan de tê pêşwazî kirin.

Îro nûnerên Partî û Tevgerên Tifaqa Kurdistanî têkildarî pilansaziya pîrozbahiyên Newroza 2021’an li otêleke li navçeya Sûra Amedê civiyan û bernameya Newrozê eşkere kirin.

Li eywana civînê pankarta dirûşma Newroza îsal “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” hat daliqandin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Newroza 2021’an, di qonaxeke dîrokî de di nav gelek zehmetî û astengiyan de tê pêşwazî kirin.

Hate diyar kirin ji Efrînê heta Girê Spî, Serêkaniyê û Kerkûkê, ji Rojhilat heta Bakûr gelê Kurd bi êrişên giran re rû bi rû ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,

“Hewldidin daxwaza azadiyê ya ku bi ruhê Newrozê re bûye yek û destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi têkoşîn û berdelên mezin hatine bidestxistin tune bikin. Tecrîda giran a li ser birêz Ocalan û êrişên li dijî îrade û hebûna Kurdan îro gihiştiye asta herî bilind. Newroz ji bo gelê kurd xwedî wateyek pîroz e! Newroz li hemberî zilm û zordariyê roja serhildanê ye. Di her Newrozê de têkoşîna azadiyê a gelê Kurd bi awayek xurttir û geştir derdikeve holê.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin li Kurdistanê, polîtîkayên şer û tinekirina gelê Kurd zêdetir dibin û divê bi rêxistinîbûyîn û bi biryardarî, bersiva êrîşan bê dayîn.

Hat gotin divê piştgiriya xebatên yekitiya netewî yên li Başûr û Rojava yê Kurdistanê bê kirin û wiha hat bi dawîkirin;

“Her pêngav û hewla netewî gelek bi qîmet e. Yekitiya netewî, ji bo têkoşîna azadiyê pêwiste. Pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd e. Sedemê vê pirsgirêkê jî ewê ku ji çareserî û aştiyê direvin, krîz û pirsgirêkên mezin derdixin holê ne. Newroz ji bo gihiştina van armancan îlhama herî mezin e. Em ê bi agirê Kawayê hesinkar govenda azadiyê girê bidin, bi hemû rengên xwe yekîtiyê xurt bikin.”

Back to top button