NY: 30 milyon mirov di nava xelayê de ne

Vîrûsa Corona ku zêdeyî salekê ye cîhan daye ber xezeba xwe, her tişt da guhertin. Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên navneteweyî hişyariyê didin ku ji ber krîza birçîbûnê ya ku par ji pênc paran parekî zêdetir bû, bi milyonan mirov li ber mirinê ne.

Bi vîrûsê re xizaniyê bandor li 900 milyon mirovî kir. Bi dehan milyon mirov jî birçî mane.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê re axivî û hişyarî da ku ji ber sedemên avhewayê û şewba global, hejmara mirovên ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin wê zêde bibe.

Li gorî Antonîo Gûterres eger bi lezgînî tevnegerin wê bi milyonan mirov bikevin nava rîska ‘birçîbûn û mirinê’.

Divê welatên NY’ê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Ji ber ku birçîbûn bi giranî li 30 welatî zêde ye.

Gûterres destnîşan kir ku zêdeyî 30 milyon kes yekser di nava birçîbûneke giran de ne.

Sekreterê Giştî yê NY hişyarî da ku eger pirsgirêka birçîbûnê neyê çareserkirin wê şer giran bibe û ev tişt anî ziman:

Birçîbûn û xela êdî ne pirsgirêkeke xwarinê ye.

Êdî pirsgirêkeke ku bi giranî ji ber mirovan rû dide.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Gûterres ve hatin parvekirin di sala 2020’î de 88 milyon mirov di nava birçîbûneke giran de bû ku ev rêje li gorî salek beriya wê ji sedî 20 zêde bû.

Ji van kesan 34 milyon mirov, jin û zarok bûn.

Tevî Yemen, Sûriye û Efganistanê ku şerê navxweyî lê dewam dike, li welatên Afrîkayê li herêma Sahelê, Somalî, Etiyopya, Cîbûtî û Erître, li Başûrê Sûdanê û Herêma Qiloçê Afrîkayê birçîbûn lê zêde ye.

Amarîka: krîza birçîbûnê ji ber mirovan e

Nûnera DYA Lînda Thomas-Greenfîled jî qebûl kir ku krîza birçîbûnê ji ber mirovan e, lewma divê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi berpirsyariya xwe rabin.

Bucher: ji birçîbûnê namirin, heta bimirin birçî ne

Dîrektora saziya bi navê Oxfam Înternatîonal Gabrîela Bûcher got,

Mirov li herêmên birçîbûn lê hene ji birçîbûnê namirin.

Mirov heta dimirin birçî ne.

Bucher: Li Yemenê 400 hezar zarok ji birça wê bimrin!

Li gorî daneyên Dîrektorê Giştî yê Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) Davîd Beasley jî, metirsiya xelayê bandora herî giran li Yemenê kiriye.

Beasley diyar kir ku 16 milyon mirovên li vî welatî ku nîvê nifûsê ye di rewşeke krîtîk de ne.

Eger em bi lez nekevin nava liv û tevgerê, li Yemenê wê îsal bi qasî 400 hezar zarok bimirin.

Yanî her 75 saniyeyan carekê wê zarokek bimire.

Back to top button