WSJ: Di nava 2 salan de Îsraîlê komek keştiyên Îranê kir armanc

Hêrsa di navbera Îsraîl û Îranê de qet kêm nabe. Îsraîl di nava 2 salên dawiyê de komek ji keştiyên Îranê yên ku berê xwe didan Sûrî kiriye armanc.

Rojanameya Wall Street Journal ku agahiyên xwe spartî hêzên DYA û rêveberên li herêmê piraniya van keştiyan barhilgirên petrola Îranê bûn.

Îsraîlê bi rêya mayînên li bin deryaya Sor bicihkirî ev keştî kirine armanc.

Di encamê de ti keştiyek binav nebûye, lê 2 keştî jî neçar mane ku li bendergeha Îranê vegerin.

Li gorî rojnameyê hinek ji van êrîşan ji ber pêşîgirtia şandina çekan ji aliyê Îranê bo hermê bû.

Îsraîl jî sedemê hedefgirtina keştiyan bi,” ev çavkanî dibe ku ji bo fona terorê were bikaranîn” hatine hedefgirtin.

Tora The Guardian jî diyar kir ku Îsraîlê li Sûrî bi sedan carî li dijî hêzên Îran û alîgirên wî êrîş pêk aniye.

Back to top button