50 partî û rêxistinên Kurdî yên li Ewropayê derbarê plana dagirkirina Şengalê de daxuyaniyek dan û diyar kirin kirin êrişkariya li ser Şengalê wê aloziyê mezintir bike.
Rêrxistinan destnîşan kirin ewlehî û aramiya Kurdistanê ji Şengalê re derbas dibe û
bang li rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê hat kirin ku lihevkirina ku ne di berjewendiyên civaka Êzidî û Iraqê de ye betal bikin.
PDK, Dewleta Tirk û Hikumeta Iraqê di 9’ê Cotmeha 2020’î de ji bo destkeftiyên civaka Êzidî yên li Şengalê holê rakin peymanek îmzekirin.
Tevî nerazîbûna tevahiya civaka Êzidî û gelê Kurdistanê jî ev aliyên navborî hewildidin vê peymanê pêk bînin.
Herî dawî beriya 4 rojan artêşa Iraqê gef li asayîşa Şengalê xwar ku navendên xwe vala bikin.
50 partî û rêxistinên kurd yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar li dijî gef û êrîşên li ser Şengalê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê, êrişên li dijî YJŞ/YBŞ, Asayîşa Êzidxanê û saziyên îradeya azad a Şengalê, tên wateya êrişên li ser tevahiya Kurd û Kurdistanê.
Partiyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku PDK, Dewleta Tirk û Hikûmeta Kazimî dixwazin bi peymana 9’ê Cotmehê fermaneke nû li ser civaka Êzidî pêk bînin.
Hate diya rkirin êrişên li ser Şengalêtên wateya êrişên li ser tevahiya Kurd û Kurdistanê.
Saziyan destnîşan kirin ku bicihanîna vê peymanê, bicihanîna siyaseta Erdogan û Osmanîtiya nû ye û wiha dewam kirin:
“Êrişên li ser Şengalê, Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê bi armancekê tên kirin, ji hevdu qut nînin.
Dewleta Tirk bi dagirkirina Şengalê dixwaze tevahiya Kurdistanê dagir bike.
50 patî û rêxistinên Kurd bang li bang li rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê kirin ku lihevkirina ku ne di berjewendiyên civaka Êzidî û Iraqê de ye, betal bikin.