France Inter: Erdogan bi rêya Bozkurtan dixwaze li Ewropa hêzê kom bike

Radyoya France Înter diyar kir ku koma Bozkurt ji aliyê Erdogan ve têne rêvebirin û tevna van ya li nava Ewropayê jî berfireh dike.

Bi sernavê “keriyê di bin bandorê de” Radyoya France Înter cih da rêxistina sûc a paramîlîter a dewleta Tirk bozkûrtan.

Di nivîsa li malpera înternetê ya radyoyê hate weşandin de, wiha hate gotin,

Ev milîsên faşîst li Tirkiyê baş tên naskirin.

Zêdeyî 50 sal in Kurdan, Ermenan, Elewiyan, hevzayendan, Yahûdiyan, Xiristiyanan weke dijminê Tirkiyeyê dibînin û gefê li van mirovan dixwin, wan dikujin.

Radyoyê diyar kir ku van komên faşîst niha li Fransa jî bal kişandine ser xwe.

Di demekê de ku têkiliyên dîplomatîk ên navbera Fransa û Tirkiyê giran bûbû, der bûn.

Ji xwe Serokomarê Tirk Erdogan ji dema ku welêt bi rastgiriya tund bi rê ve dibe, netewperestiya Îslamî ya nû belav dike.

Vê yekê weke amûrek ji bo bêdengkirina muxalîfên li Tirkiye û Ewropayê bi kar tîne.

Armanc jî ew ku popularîteya Erdogan ne tenê li nava Tirkan her wiha li nava tevahiya misilmanan belav bike.

Back to top button