Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku hêzên desthilatdar hewl didin, têkoşîna jinan di nava pergala xwe ya desthilatdariyê de bihelînin. Sozdar Avesta got:”Jin ewqasî rêxistinbûyî ne ku careke din nakevin xefika mêr.”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî asta rêxistinî ya jinan nirxand.
Sozdar Avesta di destpêka axaftina xwe de şehîdên Garê û şehîdên Kurdistanê hemû bi rêzdarî bi bîr anî û got:
Ev têkoşîn bi felsefe û keda Rêber Apo bi wate bûn. Li gel zext û êrişên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, jinan di 8’ê Adarê de li Kurdistanê û Tirkiyê bi coş û tevlîbûneke mezin çalakî kirin û bi jinên cîhanê re dengê xwe bilind kirin. Dema ku mirov ji aliyê giştî ve binirxînin wê were dîtin ku vîna jinê, helwesta jinê ya li dijî desthilatdariyê û hêrsa jinê xwe nîşan daye.
Sozdar Avesta ragihand ku li her devera têkoşîna jinê heye divê xweparastin jî bê xurtkirin û ev yek weke mijareke jêneveger bê dîtin û jin li her derê xwe biparêzin.
Sozdar Avesta: Bandora berxwedana Garê li coşa 8’ê Adarê kir
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê dibêje:
Di coşa 8’ê Adarê de bandoreke mezin a lehengiya li Garê heye. Ji ber vê yekê divê her kes vê tabloyê bibîne û xwedî lê derkeve.
Sozdar Avesta: Li ser bingeha 8’ê Adarê, divê her kes biherike qadên Newrozê
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Newroza 2021’ê û wiha anî ziman.
Têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hate nîşandan, wê Newroza îsal bike Newroza azadiya Rêber Apo.
Li ser bingeha ruhê ku di 8’ê Adarê de afirî, divê her kes biherikin qadên Newrozê.