IFJ: Tirkiye zindana herî mezin ya rojnamevanan ya li cîhanê ye

Federasyona Rojnamevanên Navnetewî (IFJ) ragihand ku li seranserê cihanê di sala 2020’an de 65 rojanevan dema li ser karê xwe bûn hatine girtin.
Federasyonê diyar kir ku Tirkiye zindana herî mezin ya rojnamevanan ya li seranserê Cîhanê ye.

Federasyona Rojnamevanên Navnetewî (IFJ) têkildarî kuştina rojnamevanan a li seranserê cîhanê rapora ku amade kirî bi raya giştî re parve kir.

Li gorî raporê ev daneyên despêkê ji rapora sala 2019’an 17 qat zêdetire û jimara kuştiyan jî nêzî ya salên 1990’î bûne.

Federasyonê diyar kir ku kuştina rojnamevanan li 16 welatên cuda bi şêwazekî êrîşên bombeyî û êrîşên plankirî pêk hatiye.

Ji salên 1990’an ku federasyonê dest bi girtina daneyên kuştina rojnamevanan kirî heta niha 2 hezar 680 rojnamevan hatine kuştin.

Sekreterê Giştî yê Federasyona Rojnamevanên Navnetewî Anthony Bellanger di axaftina xwe ya li ser raporê de wiha got:

Welatê başûrê Amerîka Meksîka di nava 5 salên dawiyê de, cara çaremîne bi kuştina 14 rojnamevanan bû welatê herî zêde rojnamevan lê hatine kuştin.

Heta despêka Adara 2021’an li seranserê cîhanê 229 rojnamevan ji ber xebata xwe hatine girtin.

Li gorî raporê Tirkiye ku herî kêm 67 rojnamevanan lê girtî ne, bûye welatê herê zêde rojnamevan gitiye.

Federasyonê diyar kir ku bi van daneyan re Tirkiye zindana herî mezin ya rojnamevanan ya li seranserê Cîhanê ye.

Piştî Tirkiye Çîn bi girtina 23 di rêza duyemîn û Misir jî bi girtina 20 rojnamevanan di rêza sêyem de ye.

Sekreterê Federasyonê Bellanger axaftina xwe bi van gotinan bidawî kir:

Demokrasî… Ti welatekî hêjayî vê gotinê, rojnamevanan ji ber azadiya danasînê nabe bêxe zindanê.

Back to top button