“Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be”

Îro salvegera 5. a şahdadeta fermandarê berxwedana dîrokî a Sûrê Çiyager Hêvî ye. Di berxwedana dîrokî a Sûra Amedê de ku 4 mehan dirêj kir Fermadar Çiya ger bi gotina, “Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be” navê xwe li dîroka berxwedanê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê nivîsand.

Îro salvegera şehadeta 5’emîn a fermandarê ciwan ku gotibû “Encam çi dibe bila bibe wê bi heybet be”, ya fermardarê berxwedana Sûra Amedê Çiyager Hêvî ye.

Li bakûrê Kurdistanê gelê kurd 2015’an de li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên tinekirinê berxwedana xwerêvebirinê dan destpêkirin.

Yek ji cihê berxwedana xwerêvebirinê navçeya Sûrê ya Amedê bû.

Li dijî berxwedanê artêş Tirk 2’ê Kanûna 2015’an de êrîşek berfireh da destpêkirin.

Li dijî êrîşê gelê Sûrê di nav berxwedanê de bûn.

Tevî gef û qedexeyan gel malên xwe neterikand.

Ciwanan di nava refên YPS’ê de xwe rêxistin kirin û taxên xwe parastin.

Li dijî tang û topên artêşa dagirker gav bi gav şer kirin.

Ji vê berxwedana bêhempa re fermandarên ewsanewî Çiyager pêşengî dikir.

Gelo ew fermandarê ku bi komek ciwan, di nav kuçeyên dîrokî yên Sûra Amedê de, berxwedana dîrokî rêvedibir kî bû?

Cîhad Turkan bi nasnav Çiyager Hêvî, di sala 1982’an de li gûndê Dericê yê navçeya Heskîfa Êlihê di nav malbateke welatparêz de tê dinê.

Çiyager dema 3-4 saliye bi malbata xwe re koçî Edeneyê dikin.

Çiyager dema di zanîngeha Dîcle ya Amedê de beşa Bîrkariyê dixwîne, bi awayekî aktîf di xebatên siyasî de cih digre-

Di 2004’an de beşdarî tevgera azadiyê dibe.

Çiyager 10 sal li çiya dimîne dema ku berxwedana xwe rêvebirina bajaran destpê dike, berê xwe dide Sûra Amedê.

Ji berxwedana Sûrî ya ku bû cihê têkçûyîna artêşa dagirker re pêşengtî kir.

Çiyager li dijî artêşa Tirk a dagirker bi 60 ciwanan 105 rojan berxwedanek dîrokî nîşanda û weke Egîdê dûyemîn kete dîrokê.

Koordînasyona giştî ya YPS’ê diyar kir ku di berxwedana Sûrê ya nêzî 4 mehan de 408 polîs û leşker hatin kuştin 155 jî bîrîndar bûn.

Di berxwedana Sûrê de 64 şervanên YPS’ê jî şehîd bûn.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina gel Murad Karayilan şehîd Çiyager wek şopdarê fermandarê mezin Egîd Korkmaz pênasekir û got:

” Çiyager Egîdê duyemîn e

Vê berxwedanê berpirsiyariya me hîn zêdetirkir, emê di rêya Çiyageran de bimeşin.”

Back to top button