SERLÊDANA MALBATAN A ÇÛYÎNA ÎMRALIYÊ HAT REDKIRIN

Serlêdana malbata Rêber Ocalan û malbatên 3 girtiyên li gel Ocalan girtî ne, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.

Birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç bi boneya hevdîtinê li Girtîgeha Îmraliyê bi Ocalan re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Lê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serledana malbata Ocalan red kir.

Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi rêya parêzerên xwe serî li heman dozgeriyê dabûn, lê serdozgeriyê serlêdana her sê malbatan jî red kir.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan ji 11’ê Îlona 2016’an vir ve yekem car di 12’ê Çileya 2019’an hevdîtinek kin bi Rêber Ocalan re pêk anîbû.

Leave a Reply

Back to top button